Hezîran 24, 2024 07:39 Asia/Tehran
  • 122 hezar şehîd û birîndar ji 7 Cotmehê ve li Xezeyê

Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, hejmara şehîdên şerê jînosaydê yê rejîma dagirker li Xezeyê ji 7ê Cotmeha buhurî ve heta niha gihîştiye 37 hezar û 598 kesan û 86 hezar û 32 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja yekşemiyê ragihand: Artêşa Rejîma dagîrker di 24  sietên derbasbûyî de 3 cinayet li dijî filistîniyan pêk anî.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê herwiha ragehand: Di encama cinayetên artêşa Îsraîlê 24 sietên derbasbûyî de 47 filistînî şehîd bûn û 121 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê  her wiha ragehand: Hejmara şehîdên şerê jînosaydê yên rejîma dagîrker li Xezeyê ji 7ê Cotmehê ve gihîştiye 37 hezar û 598 kesan û 86 hezar û 32 kes jî birîndar bûne.

Di halekî de ku di dereqa 8 mehên derbasbûyî de  Rejîma Siyonîstî nekariye ti yek ji armancên xwe ji wan azadkirina girtiyan û jinavbirina Hemasê pêk bîne û her roj li Xezeyê jînosayd  pêk aniye.

 Nêtanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ragihand ku şerê bi Hamasê re li ber dawîbûnê ye.

 

Serepeyv