Cejna Qurbanê şayîyek di nav tirajedîyeke mezin li Xezzeyê da
Cejna Qurbanê li Zîvala Xezzeyê îsal di halekî da hat pîrozkirin ku cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst li Refehê û awarebûna zêde ji miyonek kesên sivîl û bê berevan ên wê herêmê, dilşabûna herî piçûk ji dilê dayîk û zarokên vî warê dagirbûyî revandîye.
Niştecihên Xezzeyê van rojana di halekî da derketin pêşwazîya Cejna Qurbanê ku di nava xem û diltengbûna fenanî ya di cejnên din da, di bin sîya dorpêç û qirrkirinê da, xatir ji ezîzên xwe yên şehîd xwestine û meytê di nav xwînê da yê wan rakirine û defin kirine û cejna Qurbanê ya îsal jî bi berfiretîya awarebûna zêdetir û di nava tengasîya ji ber birsîbûn û tênîbûna zêdetir heta di rewşeke zehmettir da derketin pêşwazîya Eyda Fitrê.
Niştecihên Xezzeyê Eyda fitrê ya sala buhurî bi hêvîya agirbesê û bidawîhatina şerê cinayetkerên sîyonîst, derbas kirin û bi arizûya pêkhatina wê di Eyda Qurbanê da pêrgî cinayet, xelay û destdirêjîyên zêdetir ên dagirkeran bûne.
Gellek niştecihên Xezzeyê di roja Erefeyê da rê û rismên vê rojê bi rêya televîzyonan şopandin û tevî birsîbûn û tênîbûnê û kêmbûna xwarekê li vî warî li gorî sunneta pêxember di roja yekem a Zil Hecceyê da nîyeta rojîyê anîne.