Hezîran 16, 2024 18:41 Asia/Tehran
  • Îsmaîl Heniye: Baweriya me ya tam li azadî û serkevtinê heye

Serokê polîtboroya Tevgera Hemasê di axiftinekê bi minasibeta Cejna Qurbanê got: Xelkê Filistîn û Xezzê cejneke din di pêvajoya sekinîna li hember dagirkiran di hemû bereyan da derbas kirin

 Em nêzîkî xuluxandina hemaseyeka dîrokî ne ku anegorî wê berevaniya ax û nasname û pîrozbahiyên xwe dikin. Wî berdewam kir ku netewê Filistîn û Xezzê ketine ber dorpêça bidehşet û her cure dijwariyekê ji awarebûnê bigire heta mûşekbarana dijmin û tenê tişta ku dijmin ji gelê me dibîne, xweragirî û istiqrar û berxwedan e.

Heniye destnîşan kir: Dijminê cinayetkar ku li Xezzê jînûsayd û komkujiyê cih tine, wê nekaribe bigihîje armancên xwe. Ez şervanên Qesam û tabûrên din ên Berxwdanê ku mînakek taybet ji cîhad û berxwedan û sozdariya li mafan nîşan dane, pîroz dikim. Serokê polîtboroya Hemasê xitabî Berxwedana îslamî ya Iraqê jî got: We ragihand ku umeta me û dijminê me yek e û em sipasiya hemû helwêstan dikin ku di hemû bereyan da piştgîriyê didin Filistînê. Wî herwiha vê cejnê li birayên Ensarullaha Yemenê ku li ketina nav Deryaya Sor Û Behr Ul Erebê  jib o dijminê Siyonîst û piştevanên wan qedexe kirine jî pîroz kir û sipasiya wan helwêst û piştevaniyan kir.