Hezîran 08, 2024 10:26 Asia/Tehran
  • 246-emîn roja jînosayda Amerîka û Rêjîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê

Rejîam Siyonîst vê sibê di 246emîn roja êriş û cinayteên xwe ser Xezeyê û Rexê rojava de li cinayeteke din bi bombekirina malekê li bakurê bajarê Xezeyê, 18 filistînî şehîd û birîndar kirin.

Balefirên cengê yên  Rejîma Siyonîst vê sibê li taxa Şêx Rizwan li bakurê bajarê Xezeyê malek bombebaran kirin ku di encamê de 4 filistînî şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn, 8 kes ji kuştî û birîndaran jî zarok in.

Di heman demê de nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Xezeyê di daxûyaniyekê de ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha artêşa Îsraîlê zêdetirî 15 hezar û 517 zarokên Filistînîşehî dkirine.

Di encama vî şerî de, zêdetirî 17 hezar zarokên Filistînî dê an bav an jî him dê û him  bavên xwe ji dest dane. Di vê  daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3 hezar û 500 zarokên Filistînî ji ber kêmasiya xwarinê yan jî kêmbûna çavkaniyên xwarinê  rastî xetera mirinê hatine. Heta niha bi dehan zarokên Filistînî ji ber kêmasiya xwarinê canê xwe ji dest dane. 

 

Serepeyv