May 28, 2024 17:46 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandanên cîhanî li hember jînosayda li Xezzê

Xwenîşandanên ji ber jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzê, li welatên curbicur ên cîhanê hatin lidarxistin.

Xwenîşandaneka berfire ya welatiyên urdinî nêzî balyozxaneya Rejîma Siyonîst li emana paytexta Urdinê hat lidarxistin ku xwenîşanderan bi qêrîna hin dirûşman daxwaza girêdana balyozxaneya Rejîma Îsraîlê li Emanê kirin. Li Behrêynê jî hêzên leşkerî xwenîşander dema ku ber bi balyozxaneya Amerîkayê ya li Menamê ve dimeşiyan ji bo ku piştgîriya Waşîngtonê ji êrişa ser Xezzê şermezar bikin, serkut kirin. Paytexta Tûnisê jî bû şahiê xwenîşandana ji bo şermezarkirina destdirêjiyên Rejma Siyonîst ser bajarê Refehê. Li Spaniya, Swêd, Firansa, Îngilîs û Japonê jî bona piştgîriya ji Xezze û Filistînê û şermezarkirina şerrê dijî xelkê Xezzê, xwenîşandan hatin lidarxistin.

Serepeyv