Bila civaka cîhanî bombebaranên hovane yên dagirkiran bide sekinandin
Hemasê di daxuyaniyekîd a ji civaka cîhanî xwest ku berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî li hember kiryarên dijminê siyonîst cih bîne.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê di daxuyaniyekî da ragihand: Em ji civaka cîhanî û Konseya Ewlehiyê dixwezin bona sekinandina şerrê dijî bajarê Refehê ku li ber bombebaranên hovane yên Siyonîêstan da ye û di encama wan da bi dehan awareyên filistînî ji wan hejmareka zêde ya jin û zarok şehîd bûne û bûne sedema awarebûna dubare ya gelek kesan, kiryar û tedbîrên demlidest û di piratîkê da bigirin ber xwe.Di daxuyaniya Hemasê da hatiye: Konseya ewlehiyê divê li hember sersariya dijminê cinayetkar ê Siyonîst li hember hikmê Dîwana Navnetewî ya Lahê bona sekinandina demlidest a şêrr û êrişên ser Refehê û şandina hejmareka zêdetir a hêzên xwe bo vê navçeyê ku xetera pêkhatina cinayetên zêdetir di vê navçeya pirrnifûs zêde dike, berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî cih bîne.