Êrişa bi xwefiran a berxwedana Îslamî ya Iraqê ser bendera Eylata dagirkirî
Berxwedana Îslamî ya Iraqê vê sibê Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi çend xwefiran êrişî armanceke girîng li bendera Eylatê (Umm al-Resraş) kir.
Li gorî rapora medyaya ya hêzên berxwedanê, vê komê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji bo berdewamiya rawestana li ber dagîrkeriya Rejîma Siyonîst, alîkariya bo xelkê Xezeyê û wek berteka li hember kuştina siyonîstan li dijî sivîlên filistînî, têkoşerên me Baregeha hewayî ya leşkerî ya rejîma Îsraîlê li bendera Eylayê bi xwefiran dan ber êrişan. Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê di 2 operasyonan de di rojên 31, 28 û 26ê meha derbasbûyî de bi xwefiran êrîşî hedefeke girîng li Eylatê kirin.Vê komê pêştir li operasiyonên derbasbûyî hişyarî dabûn erdên dagirbûyî ku eger Rejîma Siyonîst li êrişên xwe yên ser zîvala Xezeyê bidome, dê operasiyonên xwe li dijî çeperên vê rêjîmê tundtir bike.