Hamas: Me ti bername tine ji Qeterê derkevin
Berpirsê medyayî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Lubnanê got: Serkirdeyên Hemasê li Dûhayê ne û ti bernema jibo derketina ji Qeterê tinene.
Velîd el-Kîlanî, ragehand ku em li dewsa Qeterê li cîhekî din ê niştecihbûnê negerin, wî her wiha derbarê muzakirên agirbesê û veguhertina girtiyên filistînî bi girtiyên siyonîst re jî got: Hemasê di vê derbarê de 4 pêşniyar pêşkêşî navbeynkaran kir, lê Îsraîl daxwaza pêkanîna agirbesê û berdewamkirina muzakiran nake.
Rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal ê îdia kir ku Hamasê herîkêm bi du welatên herêmê re jibo veguhestina nivîsgeha xwe ji Dûhayê hevdîtin pêk aniye û nivîsiye ku heke Hamas ji Qeterê derkeve, muzakirên ji bo agirbesta li Zîvala Xezeyê û û azadkirina bi dehan girtiyên siyonîst li Xezeyê dê rastî işkestê were.
Macid Muhammed El-Ensarî, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî ragihand ku heta ku navbeynkariya Qeterê di mijara Xezeyê de bidome, tu hegerek ji bo girtina Hemasê li Dûhayê tine, û serkirdeyên Hamasê li Dûhayê ne, û ti sînor ji bo hatin û çûyîna wan ji Qeterê tune ye.