Nîsan 14, 2024 15:17 Asia/Tehran
  • Medyayê  Ibrî ziman bersiva vebirr a Îranê bo Rejîma Siyonîst çawa weşandin?

Nûçegîhanê şebekeya Al-Alamê li Ramellahê, di malper û rojnameyên Îbrîziman de, bandora berteka qahêm ya Îranê li hember Îsraîlê hilkolandiye.

Malpera Îbrîziman a Gadglax, operasyonên şeva borî yên Îranê bi peyvên mîna, Êrişa bêmînak a Îranê ser Îsraîlê, Rûbirûbûna  rasterast a Îranê bi Îsraîlê re bo yekem car di dîrokê de û Îranê 100 mûşekên balistîk avêtin ku hejmareke zêde ji wan mûşekan hatin radûkirin  û Baydin ji xwesteka Netanyahu ya kişandina piyê Amerîka nav pevçûnek berfirehtir dilnigeran e , weşandiye.

 Malpera Globsê bal kişandiye ser eslê vê nûçeyê û ragihandiye ku Komara Îslamî ya Îranê 185 xwefir, 110 mûşekên balistîk erd-erd û 36 mûşekên Krûz ber bi Îsraîlê ve avêtine ku piraniya wan ji axa Îranê û hinek jî ji Iraq û Yemenê  ve hatine avêtin.

Vê malperê herwiha behsa wê yekê jî kiriye ku li piraniya navçeyên Îsraîlê bi taybetî li Bakur, Neqb û Rojhilat zengla Xeterê  hatiye lêxistin.

Malpera Îbrî ya Yediot Ahronotê ragihand ku xelkê Rexê Rojava  ji ber hatina mûşekên Îranê  cejn girtin.

 

Serepeyv