Adar 16, 2024 07:27 Asia/Tehran
  • ٌRagehandina şert û mercên Hemasê ji bo rêketina agirbesê bi Rejîma Siyonîst

Medyayan şertên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hamasê ji bo rêketina agirbesê ragehandin.

Medyayan ragihandin ku Hemasê di pêşniyara xwe ya ji bo pêkanîna agirbesê û evguhertina hêsîrên xwe bi girtiyên siyonîst re 3 qonax diyar kirine ku her yek 42 rojan dikşîne.

Li ser vê esasê Hamasê li hember azadkirina her leşkerê jin yê siyonîst ku ji aliyê berxwedanê  ve hatiye girtin, merc kiriye ku 50 girtiyên filistînî ji wan 30 girtiyên filistînî  yên mehkûmê hepsa heta hetayê  ji girtîgehên Rejîma Siyonîst bên berdan.

Her wiha li gorî şert û mercên ku Hemasê pêşniyar kirine, hevgavê destpêkirina qonaxa duyemîn a rêketinê û beriya her veguhertina girtiyên filistînî û siyonîst, divê agirbesek mayîndewere ragihandin û Rejîma Siyonîst ji 2 kolanên El-Reşîd" û Selaheddînê vekişe ji bo ku penaber vegerin malên xwe û her wiha alîkariyên şandî bo Xezeyê ji van kolanan bên derbaskirin.

Herwiha pêşniyara Hemasê, garantîkirina destpêkirina operasyona avedankirina  berfireh a zîvala Xezeyê û bidawîkirina dorpêçkirina vê zîvalê havgavê destpêkirina qonaxa sêyem a rêketinê digre ber xwe.

 

Serepeyv