Adar 02, 2024 17:17 Asia/Tehran
  • Kêmasiya av û xwarinê li Xezeyê rewşa vê herêmê nalebar kiriye

Rêxistina Tendrustiya cîhanî derbarê rewşa Xezeyê û kêmasiya av û xwarinê li vê deverê hişyarî da û ew bi karesatê wesif kir.

Saziyên mirovî derbarê xelaya li Xezeyê hişyarî didin ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve bi awayekî fermî hatiye piştrastkirin.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, dehemîn zaroka  ku bi fermî li nexweşxaneyê hatibû r werirtin ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest da.

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Kristiyen Lindmayer got: Amarên fermî diyar dikin ku dehemîn zaroka  ku li nexweşxaneyê hatiû  wergirtin ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest da.

Xelk bêhêvî bûne û  li ava vexwarinê û li xwarinê digerin û ji bo bidestxistina hinek xwarekê jiyana xwe dixin xeterê.Eva rastî  trajediyeke e.

 Li gorî gotina Lindmeyer, hemû  îmkanên  jiyanî yên li Xezeyê kêm û zêde qut bûne û alîkariya ku ji bo Xezeyê tê şandin pir hindik in.

Serepeyv