Çile 06, 2024 08:46 Asia/Tehran
  •  Îsmaîl Heniye : Blînkên  bi şaştiyên Amerîkayê di piştgirîkirina kuştina xelkê Xezeyê de bihese.

Îsmaîl Henîyye got: Em hêvîdar in Blinken ji 3 mehên derbasbûyî ders wergirtine û bi şaşitiyên welatê xwe di piştevanîkirina ji Rejîma dagîrker a Siyonîst û piştrastkirina derewên wê ku bûye sedema komkujiyeke bêmînak a gelê Filistînê li Xezeyê,hesiyabe. 

Heniye diyar kir: Em hêvî dikin ku Blinken vê carê ser sekinandina şerê li Xezeyê û kutakirina dagîrkeriya li tevahiya axa Filistînêraweste.

Wî her wiha got: Em çaverê  ne ku rayedarên welatên îslamî û erebî ji Waşîngtonê re ragihînin ku aramî û ewlehiya navçê girêdayî  doza gelê Filistînê ye û ev mijar nayê paşguhkirin.

Heniye tekez kir: Xelkê Filistînê û berxwedana wê ya qehreman tu carî rê nade ku ev rejîma dagîrker û cinayetkar li vê xakê bimîne û eşkere kir:

Heta ku gelê Filistînê negihê azadiya xwe û welatê xwe ya serbixwe, bi hezaran cinayet  û kuştinên hovane nabin basî ku ewlehî û aramî pêk were

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li kelekela  tirsa ji  hindê ku şerê di navbera Rêjîma Siyonîst û Hemasê veguhere şerekî berfireh ê navçeyî, bo cara çaremîn piştî destpêkirina operasyona bahozê ya El-Eqsayê di 7ê Cotmeha 2023an , bi armanca rawêjkariyê bi rayedarên hin welatan re berê xwe da Rojavayê Asyayê.

 

Serepeyv