Dorpêçkirina bajarê Tulkeremê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i345173-dorpêçkirina_bajarê_tulkeremê_ji_aliyê_rejîma_siyonîst_ve
Medyayên filistînî vê sibê derbarê destdirêjiya hejmarek zêde ji eskerên siyonîst ser bajarê Tulkermê li rexê rojava çemê Urdinê û şerê çekdarî ya xortên filistînî li hmber wan agahî dan
(last modified 2023-12-07T01:13:07+00:00 )
Kanûn 07, 2023 04:31 Asia/Tehran
  • Dorpêçkirina bajarê Tulkeremê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve

Medyayên filistînî vê sibê derbarê destdirêjiya hejmarek zêde ji eskerên siyonîst ser bajarê Tulkermê li rexê rojava çemê Urdinê û şerê çekdarî ya xortên filistînî li hmber wan agahî dan

Artêşa Rejîma Siyonîst herîkêm bi 30 wesayîtên leşkerî êrîşî bajarê Tulkermê li kêleka rojavaya çemê Urdinê kirin û kampa Nurşemsê dorpêç kirin.

Tê gotin ku dagirker li ber deriyê nexweşxaneya Sabit Sabit  li vê navçeyê bi cih bûne û nahêlin amblonas alîkariya mexdûrên filistînî bikin.

Leşkerên siyonîst her wiha kampa Nûr Şems a li vî bajarî dorpêç kirin. Hinek rapor jî derbarê  şer û pevçûnên di navbera têkoşerên filistînî û hêzên dagîrker li derdora vê kampê hatin weşandin. Tê gotin ku di encama van pevçûnan de hejmarek ji filistîniyan hatine girtin.Li derdora kampa Norşamsê dengên çendîn teqînan hatiy bihîstin û hêzên berxwedanê bi paketên teqînê trimbêlên dagirkeran dan ber êrişan.