Operasyona Hizbullahê li dijî hêzên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i345070-operasyona_hizbullahê_li_dijî_hêzên_rejîma_siyonîst
Şer û pevçûn li başûrê Lubnanê û bakurê Filistîna dagirbûyî piştî bidawîbûna agirbesa demkî li Zîvala Xezeyê cardinê dest pê kir.
(last modified 2023-12-02T01:07:10+00:00 )
Kanûn 02, 2023 04:17 Asia/Tehran
  • Operasyona Hizbullahê li dijî hêzên Rejîma Siyonîst

Şer û pevçûn li başûrê Lubnanê û bakurê Filistîna dagirbûyî piştî bidawîbûna agirbesa demkî li Zîvala Xezeyê cardinê dest pê kir.

Hevgavê destpêkirina êrişên dagirkeran  ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê, medyayên siyonîst derbarê êrişên nû yên mûşekî yên hêzên berxwedana Lubnanê ser meqerên artêşa Rêjîma Siyonîst agahî dan.Berxwedana Îslamî ya Lubnanê roja îniyê ragihand ku ji bo piştgiriya ji xelkê Xezeyê komek ji eskerên siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî hketin ber êrişan.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku ji bo piştgiriya ji xelkê Xezeyê û hêzên berxwedana Filistînê  berêvariya îniyê komek ji eskerên siyonîst li derdora meqera leşkerî ya Cel-ul-Elamê bi çekên guncav dane ber êrişan.Li gorî vê raporê, Rejîma Siyonîst navçeya El-Lebûnê li başûrê Lubnanê û herwiha navça Hamûlê li rojhilata devera El-Labûne dane ber topan.