Xalid El-Qudûmî: Emê nehêlin Umeta Îslamî ji nav here
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344492-xalid_el_qudûmî_emê_nehêlin_umeta_Îslamî_ji_nav_here
Nûnerê tevgera Hemasê li Îranê got: Bi hetim dê rejîma Israîlê ji nav here û peyama me bo cîhanê ev e ku emê nehêlin Umeta Îslamî ji nav here
(last modified 2023-10-30T07:29:27+00:00 )
Çirî 30, 2023 10:55 Asia/Tehran
  • Xalid El-Qudûmî: Emê nehêlin Umeta Îslamî ji nav here

Nûnerê tevgera Hemasê li Îranê got: Bi hetim dê rejîma Israîlê ji nav here û peyama me bo cîhanê ev e ku emê nehêlin Umeta Îslamî ji nav here

Xalid Qudumî nûnerê tevgera Hemasê li Îranê got: Îro bîst û sê roj  ser bahoza Eqsayê re derbas dibe û di vê midehê d de Rejîma Siyonîst bi çira kesk  a Amerîkayê gelek jin, mêr û zarok kuştin.

 Wî her wiah got:

 200 hezar mal û xanîber hatin wêrankirin daku xelkê ji warê xwe derxînin, lê mafê me heye û welatê me heye û emê ji ber zext û gefan tu carî nerevin.

Nûnerê tevgera Hemasê li Tehranê her wiha got: Çima rê nadin kamyonên ku alîkariyan digihînin Xezayê? Çima fosfora spî, ev çeka qedexe, li dijî gelê me bi kar tînin?Xalid Qudûmî got: Amerîka û hêzên rojavayî  hemû bi rejîma dagîrker a Qudsê re bûne yek û li xwe mikur tên, çima serkirdeyên Ereb nabêjin ew bi  gelê Felestîn û Xezzeyê  re ne!! Heta îro hemû alîkariyên aborî  gihane Îsraîlê, lê kesî tiştek ji bo me nekiriye.