Cotmeh 27, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Êrişa bi rêkêtan ser baregeha leşkerî ya siyonîstan ji axa Lubnanê va

Çavkaniyeke nûçeyan derbarê êrişa bi mûşekan a ji axa Libnanê ve ser baregeha leşkerî ya siyonîstan agahî da.

 

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyekî siyonîstî ragihand ku  rokêtek ji başûrê Lubnanê  va ber bi navendeke leşkerî ya artêşa siyonîst li sînorên Filistîna dagirbûyî  hat avêtin.

Çend sietan berî niha  jî şebekeya Kan ya siyonîstan ragehand ku, ji tirsa bûyerên ewlehiyê, daxwaz ji  bajaroknişînên siyonîst hatiye kirin ku demlidest derbasî nava penagehên devera El-Menareyê bibin.

Li gorî vê raporê, ji destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê ve, bi caran  li sînorên Lubnanê û navçeyên dagîrbûyî, gulle hatine avêtin û Hizbullaha Lubnanê bi caran ragihandiye ku baregehên leşkerî yên  Rejîma Siyonîst kirine armanc.Di halekî de ku operasyona bahoza El-Eqsayê derbasî 21-emîn roja xwe bûye û serketinên bêhempa yên berxwedêran di şerê dijî siyonîstan de berdewam in, medyaya siyonîstî îdia kir ku rayedarên vê rejîmê li ser şert û mercên Hemasê ji bo azadkirina girtiyên siyonîstan parêzgehên Siyonîstan gotûbêjê dikin.Li gor ragihandina Tabûrên El-Qessam, di encama êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîstî ser  Xezzeyê de, nêzîkî 50 hêsîr hatine kuştin.

 

Serepeyv