Artêşa rejîma dagîrker: Hemas hê jî dikare roketan biavêje
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344373-artêşa_rejîma_dagîrker_hemas_hê_jî_dikare_roketan_biavêje
Berdevkê artêşa Siyonîst derbarê berdewamiya pevçûnên li Filistînê ji bo hefteyên dirêj li xwe mukur hat û  diyar kir: Hemas hîn jî dikare mûşekan biavêje.
(last modified 2023-10-24T10:40:29+00:00 )
Çirî 24, 2023 14:08 Asia/Tehran
  • Artêşa rejîma dagîrker: Hemas hê jî dikare roketan biavêje

Berdevkê artêşa Siyonîst derbarê berdewamiya pevçûnên li Filistînê ji bo hefteyên dirêj li xwe mukur hat û  diyar kir: Hemas hîn jî dikare mûşekan biavêje.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, berdevkê artêşa Îsraîlê îro Sêşemî li xwe mukur hat:  Artêşa Îsraîlê çend heftiyan Operasyonên dirêj li pêşiya hene û dê li gorî biryarên aliyên siyasî tevbigere.

Wî got jî: Hamas hîn jî dikare rokêtan biavêje, Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser bakurê zîvala Xezzeyê berdewam in.

Berdevkê artêşa Rejîma dagirker ku heta niha rê li ber şandina alîkariyên mirovî ber bi ZîvalaXezzeyê nagirin, careke din ji gelê Filistînê xwest ku ber bi başûrê zîvala Xezzeyê ve biçin.