Cîhada Îslamî ya Filistînê: Helwestên welatên erebî îslamî lawaz in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344358-cîhada_Îslamî_ya_filistînê_helwestên_welatên_erebî_îslamî_lawaz_in
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku lawazbûna helwêstên welatên erebî û îslamî dibe baîs ku êş û pirsgirêkên xelkê Xezzeyê zêdetir bibin.
(last modified 2023-10-23T10:32:52+00:00 )
Çirî 23, 2023 13:52 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî ya Filistînê: Helwestên welatên erebî îslamî lawaz in

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku lawazbûna helwêstên welatên erebî û îslamî dibe baîs ku êş û pirsgirêkên xelkê Xezzeyê zêdetir bibin.

 

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekê de ragihand ku helwêstên welatên erebî û îslamî derbarê Xezzeyê lawaz  e û  liv û tevgerên siyasî yên welatên curbicur li himberî  Amerîka û rojava bi  şik û guman e.

 Tevgera Cîhada Îslamî di vê daxûyaniyê de bal kişande ser wê yekê ku lawazbûna helwestên fermî dibe sedem êş û kêşeyên  xelkê Xezzeyê di bin siya dorpêç  û zextan de zêdetir bibe û  tekez kir ku berxwedan  dê têk neçe û berxwedana gelê Filistîn  dê bi ser keve.

Hêzên berxwedêr ên Filistînê ji roja şemiyê 7ê Cotmeha 2023an ve, operasiyoneke berfireh û bêhempa  bi navê Bahoza El-Eqsayê ji Xezzeyê li dijî meqerên Rêjîma Siyonîst li navçên dagirbûyî dest pê kirin û derbên giran li  Rejîma Siyonîst xistin.