Cîhada Îslamî û Hamas: Cinayetên dagirkeran dê berxwedanê nerawestîne
Tevgera Cîhada Îslamî û Hamasê wek berteka li himber şehîdbûna xortekî filistînî bi destê eskerên siyonîst li Cenînê, tekez kirin ku ev cinayet dê pêşiya berxwedanê negre û wan lawaz neke.
Îro piştî şehadeta Ebdullah Îmad Ebû Hesen, ciwanê filistînî ji aliyê leşkerên Rêjîma Siyonîst li bajarê Kefr Dana bajarê Cenînê,Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir: Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê me û destdirêjiya li ser nirxên me ên pîroz dê agirê berxwedanê netemirîne.
Cîhada Îslamî di vê daxûyaniyê de teqez kir : Ev xwîna paqij, êzingeke bo hêrsbûn û tolhildana ji siyonîstan heta dema azadî û rizgariyê.
Tevgera Hamasê di daxuyaniyekê de bo boneya şehadeta ciwanê Filistînî Ebdullah Îmad Ebû Hesen sersaxî xwest û diyar kir ku dê xwîna şehîdan xisar nebe û her çiqas ku zulma dagirkeran zêde bibe, dê berxwedan jî zêdetir û berdewam bibe.
Di berdewamiya daxûyaniya Hemasê de hatiye: Gelê Filistînê heta ku mafên xwe tam bidest nexin dê paşde neçin û heta dema ku rejîma dagîrker ji ax û cihên pîroz ên xwe dernexin dê aram nebin.