Bi dehan bajaroknişînên siyonîst êrîşî Mizgevta Eqsayê kirin
Bi dehan bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya eskerên vê rejîmê êrişî Mizgevta Eqsayê kirin û dest bi cihanîna hin merasimên Telmudî yên bi tehrîk kirin.
Bajaroknişînên siyonîst vê sibê duşemê bin tivdîrên giran ên ewlehiyê yên artêşa siyonîst ji deriyê Bab El-Muxribê êrişî Mizgevta Eqsayê kirin.
Di vê êrîşê de, leşkerên siyonîst bi awayekî berfireh li dergeh û hewşên Mizgeva Eqsayê bi cih bûn û piştgirî dan êrîşa siyonîstan.
Ewqafa Îslamî ya Qudsa dagirbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku îro bi dehan bajaroknişînên siyonîst ji ser sibê ve bi kiryarên bi tehrîk êrîşî mizgevta Eqsayê kirin û dest bi cihanîna merasima telmûdê kirin.
Êrîşa ser Mizgevta Eqsayê li dijî biryaanmeyên NY û di saya bêdengiya welatên rojavayî de, bi taybetî piştî bidesthilatbûna kabîneya tundrê ya Binyamîn Netanyahu girantir bûye.