Tîrmeh 31, 2023 10:05 Asia/Tehran
  • Pêşnumaya nû ya Rejîma Siyonîst dijî hêsîrên filistînî

Wezîrê tundrê yê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst, pêşnumyeke nû raber kir û daxwaza îbtalkirina azadiya zûwext a hêsrên filistînî kir.

 

 Îtamar Bin Gwîr, roja yekşemiyê pêşnumayek bo guhertina qanûna desteserkirinê  li dayireyan li Kênstê xist rojevê  ku li gor wê, qanûnên berê bo azadiya zûwext a hêsrên  filistînî dê werin îbtalkirin. 

 Kêmkirina ava ku hêsîr bi kar tînin û kêmikrina dema himamkirina wan, dayîna nanê kartû bo xwarina wan û bikaranîna  seyên polîs bo  lêgeriya li sûlûlên wan ji wan karan in ku  Bin Gwîr daxwaza cihanîna wan dijî hêsîrên  filistînî kir. 

  Du beramberkirina hejmara silûlên takekesî, rakirina televîzyonê ji hinek zindanan, bisînorkirina îmkana  meşiyana  hêsîran û gefa rakirina  îmkanatên giştî di rojên înî û şemyê ji van kiryarên Bin Gwîr in. 

 Her wha  girtina pêşiya raberkirina xizmetguzariyên dermanî bo hêsîrên filistînî û dayîna hikmê îdamê bo têkoşerên çekdar ji van pêşnumayan in ku  Bin Gwîr di dereqa çend mehên derbasbûyî de hewil daye  ku wan li kabîneya  Rejîma Siyonîst bide pejirandin.

 Hevgav  navenda Hêsrên Filistînî ragihand ku  îbtalkirina  azadiya zûwext  ji aliyê Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst beşek ji cinayetên berdewam derheq hêsîran e. 

 Navena Hêsîrên Filistînî wek berteka li himber  îbtalkirina azadiya zûwext a hêsrên filistînî bi dayîna daxûyaniyekê ew wek wezîrekî faşîst bi nav kir. 

 Di daxûyaniya Navenda Hêsran de hatiye: Ji dema bidesthilatbûna vî wezîrê faşîst li posta wezaretê , hêsrên filistînî li zindanên Rejîma Siyonîst di bin gelek zext û zoran de bûne. 

 Serokê Ofîsa Siyasî ya HAMASê jî daxwaza azadkirina zindaniyên siyasî ji zindanên Teşkîlata xweîdarekir  Filistînê û wêdedanîna pirsgirêkên di navbera filistîniyan kir. 

 Îsmaîl Heniye, roja yeşemiyê di civîna  Sekreterên  Giştî yên Komên filistînî de got: Rejîma dagirker niha vê gavê ji qelişta navxweyî ya bêmînak, peywndiyên  aloz ên navneteweyî,  lawzaiya di warê têkbirina viyana  gelê Filistînê û her wiha  zêdebûna berxwedanê aciz bûye. 

 

 

 

 

Serepeyv