Tîrmeh 18, 2023 17:54 Asia/Tehran
  • Taxa Kurdan a Xezeyê

Neviyên fermandar Şucauddîn el-Kurdî û leşkerên wî beriya bi qederê 750 salan li Xeze bi cih bûn û Taxa Kurdan ava kirin. Hin ji neviyên van Kurdan niha hewl didin li çanda pêşiyên xwe vegerin.

Taxa Kurdan û Qesra Hethat a li vê taxê niha weke di warê dîrokî de parastî ne li Xezeyê. Kurdên pêşî di serdema Eyûbiyan de piştî ku Selaheddîn Eyyûbî Quds rizgar kiriye li Filistînê bi cih bûne. Hîna jî Kurdên ên asîmîleyê çanda Filistînê bûne li Xezeyê hene.

Şaredariya Xezeyê niha hem vê qesrê û hem jî gelek avahiyên din ên li Taxa Kurdan ên ku koçberên Kurdan dane avakirin, weke şûnwarên dîrokî yên parastî ragihandin.  

Li Xezeyê serjimara xelkê bi eslê xwe Kurd neyê zanîn jî, gelek malbatên navdar ên ku pêşiyên wan Kurd in hene

Serepeyv