Hezîran 03, 2023 09:44 Asia/Tehran
  • Berteka Hêzên Berxwedana Filistînê li himber êrişa siyonîstan ser rojhilata Cênînê

Çavkaniyên nûçeyan vê sibê ragihandin Hêzên Berxwedana Filistînê di bersiva êrişa siyonîstan, bajarokê siyonîstnişîn ê Mîravê li rojhilata Cênênê dan ber gulleyan.

Gurdanên El-Qudsê, çiqa eskerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku Hêzên ser bi vê koma eskerî li Cênînê êrişî ser bajaokê siyonîstnişîn ê Mîravê li nêzîkî bajarokê Celbûnê li rojhilata  Cênînê kirin û ev bajarok dan ber gulleyan.

Li gor vê raporê, Hêzên Berxwedana Flistînê karîn ku piştî vê operasyonê silemet vegerin meqerên xwe.

 Her wiha piştî êrişa eskerên siyonîst ser bajarokê Qebatiyê li başûrê Cênînê, Hêzên Berxwedana Filistînê bi eskerên Rejîma dagirker re ketin pevçûnê û ber bi wan gulle avêtin.

Hêzên Berxwedana  Filistînê li kampa Nûr Şemsê li bajarê Tûlkermê jî bi eskerên siyonîst re ketin pevçûnê û li himber êrişa wan ser vê kampê sekinîn.

Di eynî demê de, çavkaniyên nûçeyan îniyê şevê ragihandin, di encama  serkutkirina  xwenîşadana  filistîniyan dijî bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîst, bi dehan filistînî li Beyt Decenê li rojhilata  Nablisê birîndar bûn.

Eskerên Rejîma Siyonîst her roj bi mehneyên curbicur, xelkê mezlûm şehîd an birîdar dikin an jî wan desteser dikin. Filistînî jî di bersiva van cinayetan, operasyonan dijî siyonîstan cih tînin.

 

Serepeyv