Siyonîstan di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i341425-siyonîstan_di_meşa_alayê_da_êrîşî_ser_nûçegihanan_kirin
Bajaroknişînên siyonîst di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin û hejmareke wan birîndar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2023 13:06 Asia/Tehran
  • Siyonîstan di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin

Bajaroknişînên siyonîst di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin û hejmareke wan birîndar kirin.

Bi hezaran siyonîstî bi beşûdariya di meşa nasyar bi Alayê da, êrîşî ser nûçegihanan kirin û dirûşmeyên nijadperestane bilind kirin.

Malpera Arab48'ê di raporekê da ragihand: Bajaroknişînên siyonîst bi kevir û şûşeyan  êrîşî ser hejmareke nûçegihanan ku rûmala Meşa Alayê dikirin, kirin û hejmareke wan birîndar kirin.

Di vê raporê da hatiye: Di vê meşê da bernameyek bi navê Reqsa Alayan bi cih hat û bajaroknişînên siyonîst bi vê kiryara handêr, daxwaza derxistina filistîniyan ji Qudsê kirin.

Di meşa handêr a Alayê da her wiha hin dirûşmeyên nijadperestane dijî qewma ereb weke "Mirin ji bo ereban" û "Bila gundên we bişewitin" hatin bilindkirin.