Dewama êrişên berfireh ên Berxwedanê bi rokêtan ser Erdên Dagirbûyî
Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişên berfireh ên Berxwedanê bi rokêtan ser navçeyên curbicur ên Erdên Dagirbûyî agahî da.
Ji siba roja sêşemiyê va balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst zîvala Gazayê bi giranî dan ber êrişan.
Di bersiva van êrişan, Komên Berxwedanê ên Filistînê jî, Telavîv û bajarên din ên siyonîsnişîn li erdên dagirbûyî bi mûşekan dan ber êerişan.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, berxwedana Filisînê meqera Îyirzê ya Rejîma Siyonîst li bakurê Zîvala Gazayê bi gulleyên hawanê dan ber êrişan.
Di vê raporê de hatiye ku bajarê dagirbûyî yê Esdûdê jî bin rokêta berxwedanê de ye û her wiha Berxwedanê bajarokên siyonîstnişîn ên dedora zîvala Gazayê dan ber êrişa rokêtan. Wezaeta Tendrustiyê ya Gazayê duh êvarê di daxûyaniyekê de ragihand ku di encama cinayetên siyonîstan de, hejmara a şehîsên filistînî gihêşt 33 kesan ji wan 6 zarok û 3 jinan û hejmara birîndaran jî gihêştiye 111 kesan.