Adar 24, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • MOSSAD’ê derbarê qelaş û nakokiyan giran navbera rayedarên Rejîma Siyonîst hişyarî da

Serokê MOSSAD’ê êvara Pêncşemiyê derbarê xeterên qelaş û nakokiyên navxweyî û gefên derveyî li dijî ewlehiya Rejîma Siyonîst hişyarî da.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘David Barnea’ Serokê MOSSAD’ê derbarê xeterên qelaşa navxweyî û gefên derveyî li hemberî ewlehiya Rejîma Siyonîst hişyarî da ‘Benyamîn Netanyahû’.

Ti amajeyek bi van gefan nehatiye kirin.

Hişyariya ‘David Barnea’ piştî wê ye ku Knesset’a Îsraîlê îro pêşnivîsa guherînên “Qanûna Bingeh a Rejîmê” ku rê li ber wêdadayîna serokwezîr û ragihandina lawaziya wî di pêkanîna erkên xwe digire, pesend kir.

Ev qanûn parêzbendiyê ji ‘Benyamîn Netanyahû’ Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ku bi gendelî û xiyanetkirina li emanetê hatiye tawanbarkirin ra dabîn dike.

 

Serepeyv