Şamê bajarokçêkirina siyonîstan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i339586-Şamê_bajarokçêkirina_siyonîstan_li_rexê_rojavayê_Çemê_urdinê_şermezar_kir
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê biryara Rejîma Siyonîst a çêkirina bajarokan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 17, 2023 13:17 Asia/Tehran
  • Şamê bajarokçêkirina siyonîstan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê biryara Rejîma Siyonîst a çêkirina bajarokan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir.

Li gorî nûçeya Fars News'ê, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê roja Pêncşemiyê di twitterê da nivîsî: “Kiryara Rejîma Siyonîst binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji wan Biryarnameya Hejmara 2334an a sala 2016an e ku daxwaza rawestandina hemî çalakiyên bajarokçêkirinê ji aliyê Îsraîlê va dike.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê her iwha ragihand ku kiryara Îsraîlê ya bajarokçêkirina sîstematîk û berdewam û zeftkirina erdên filistînîyan û xerakirina malên wan û awarekirina wan cinayeta cengê ye ku li cinaytên wê yên din zêde dibe û divê ji ber wan bikeve derheq wê yekê berpirsyar be.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di dewamê da daxwaza pêngavrakirina bilez ji aliyê civaka navneteweyî va ji bo rawestandina vê cinayeta xeternak kir.