Sibat 13, 2023 19:17 Asia/Tehran
  • Xelata taybet a Festîvala Sibehê dê bibe ayîdî Filistînê

Berpirsên lidarxistina Festîvalê li Cîgirtiya Dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê dixwazin xelata taybet a “Festîvala Sibehê” bidin baştirîn plan, îde an bernameya ku ji bo piştevaniya ji Berxwedana Filistînê û rêzgirtina li gelê wê di têkoşîna dijî dagirkeriyê be.

Li gorî rapora IRIB News’ê ji zarê Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Festîvala Medyayî ya Sibehê (Subh), “Îbrahîm Elî-Borzî” sekreterê vê festîvalê got: “Ev şanaziya Festîvala Medyayî ya Sibehê ye ku ji bo piştevaniya ji îdeyên berhemanîna bernameyên cihêreng têkildarî piştevaniya ji gelê Filistînê, xelata xwe ya taybet, ji vê yekê ra terxan bike.”

Yekem Festîvala Medyayî ya Sibehê bi armanca rikeberiya navbera berhemên Cîgirtiya Dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê di çar beşan da tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Berhemên “Televîzyon”, “Radyo”, “Îdeyên Nû” û “Fezaya Mecazî” çar beşên Festîvala Sibehê ya berhemên Cîgirtiya Dervesînorî ya IRIB’yê ne.

Şekl û pêkhateya beşa Îdeyên Nû wek nimayîş, belgefîlm, vîdyo-mûzîk, grafîk û anîmasyon hatiye ragihandin.

Moleta şandina berheman heta 25ê Behmena 1401ê ye û berhemên raberkirî di 4 komîteyên navbirî da tên nirxandin.

Nûçeyên Festîvala Sibehê li malpera wê ya bi adresa sobhfestival.ir tên weşandin.

Serepeyv