Hemas: Divê welatên ereb nebin sîvanek bo tawanên siyonîstan
Di bersiva berdewambûna êrişên hovane yên siyonîstan ser Zîvala Xezzeyê da, Hazim Qasim, Berdevkê Hemasê ragihand: Divê welatên ereb nebin sîvanek bo tawanên siyonîstan.
Hazim Qasim, Berdevkê Hemasê ragihand ku bombebarana berdewam a konên sivîlên aware û tevkujîya jin û zarokan li Zîvala Xezzeyê ji aliyê dagirkerên siyonîst va, berdewambûna şerrê jînosaydê ye ku tevî hebûna lihevkirinnameya agirbesê ya ku ji aliyê Amerîka û welatên garantîkar va hatîye îmzekirin jî, nesekinîye.
Wî got: Di bin sîya giranbûna tevkujîyan û êrişên hovane yên dijminê siyonîst da, hevdem ligel giranbûna dorpêçê û berdewambûna sîyasetên birçîkirina plankirî, kolanên Xezzeyê veguherîne davikên mirinê.
Berdevkê Hemasê tekezî kir: Vê rewşê Zîvala Xezzeyê noqmî karesateke merivî ya rastîn kiriye, di halekî da ku civaka navdewletî bêalî sekinîye û tenê temaşe dike.