Tawanên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360916-tawanên_rejîma_siyonîst_li_xezzeyê_berdewam_in
Di êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da 6 kes hatin şehîdkirin û 43 kes jî hatin birîndarkirin.
(last modified 2026-10-17T15:06:58+00:00 )
Çirî 17, 2026 18:35 Asia/Tehran
  • Tawanên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê berdewam in

Di êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da 6 kes hatin şehîdkirin û 43 kes jî hatin birîndarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha rabûye 74 hezar û 469 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 492 kesan.Hema wisa hejmarek ji qurbaniyan di bin kavilan da û li ser cadeyan in û hêzên alîkarîgihên û berevanîya sivîl ji ber berdewambûna nekarîna xwe di gihîştina wan da, nikarin wan veguhezînin. Li Rexê Rojava jî leşkerên dagirker di pêla nû ya êrişan da, êrişî bajarên Nablos, Erîha, El-Bîre, Cinîn û Qudsa dagirbûyî kirin û malên filistîniyan dan ber lêgerrînê û hejmarek ji filistîniyan jî desteser kirin. Semîn El-Xeytan berdevka Komîsarîya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê tevî derbirrîna nîgeranîya xwe derbarê rewşa Xezzeyê ragihand ku tevî agirbesê, filistînî li Zîvala Xezzeyê ji ber berdewambûna êrişên Rejîma Siyonîst di bêewlehîtîyê da ne.