Giranbûna qeyrana mirovî li Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i357355-giranbûna_qeyrana_mirovî_li_xezzeyê
Şaredarîya Xezzeyê hişyarî da ku ji ber bidawîhatina ardûya zimhêrkirî û jikarketina maşînên berhevkirina kirs u zibilan, xizmetguzarîyên di warê komkirin u veguhestina zibil u bermayîyan yê ji sibê va bi awayekî ciddî kêm bibin.
(last modified 2025-12-05T11:55:26+00:00 )
Kanûn 05, 2025 14:12 Asia/Tehran
  • Giranbûna qeyrana mirovî li Xezzeyê

Şaredarîya Xezzeyê hişyarî da ku ji ber bidawîhatina ardûya zimhêrkirî û jikarketina maşînên berhevkirina kirs u zibilan, xizmetguzarîyên di warê komkirin u veguhestina zibil u bermayîyan yê ji sibê va bi awayekî ciddî kêm bibin.

Şaredarîya Xezzeyê hişyarî da ku ev rewşa dikare bibe sedema pêleke dûhatên bitaluke yên tenduristî u hawirdorê; ji wan pêkhatina zemîneyê ji bo belavbûna nexweşîyên pêgir, zêdebûna mişk, kêzik u pêşûyên hilgirê nexweşîyê. Di dewama daxûyanîya Şaredarîya Xezzeyê da hatîye ku ev gefana canê niştecîyan nemaze zarok, pîr u kal u kesên nexweş u lawazbûyî dixin ber xetera ciddî da. Şaredarîya Xezzeyê ji civaka cîhanî û dezgehên merivdost u hawargiheştinê xwest ku demlidest ji bo dabînkirina ardûya pêwîst bo maşînên berhevkirina kirs u kevalan li Xezzeyê bikevin dewrê.