Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 70 hezar u 117 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i357333-hejmara_şehîdên_xezzeyê_rabû_70_hezar_u_117_kesî
Di 48 saetîn buhurî da meytê 5 şehîdan ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatîye veguhestin ku 4 kes vê dawîyê hatine şehîdkirin u kesê pêncan jî meytê wî vê dawîyê hatîye peydakirin. Di vê heyamê da herwiha 13 kes hatine birîndarkirin.
(last modified 2025-12-03T12:26:47+00:00 )
Kanûn 03, 2025 14:13 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 70 hezar u 117 kesî

Di 48 saetîn buhurî da meytê 5 şehîdan ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatîye veguhestin ku 4 kes vê dawîyê hatine şehîdkirin u kesê pêncan jî meytê wî vê dawîyê hatîye peydakirin. Di vê heyamê da herwiha 13 kes hatine birîndarkirin.

Ji destpêka agirbesê yanî ji 11ê Cotmeha sala 2025ê va heta nika, 360 kes li Xezzeyê hatine şehîdkirin u 922 kes jî hatine birîndarkirin. Di vê heyamê da herwiha meytê 617 kesî ji bin kavilan hatîye derxistin. Bi giştî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, ji 7ê Cotmeha sala 2023yê heta nika 70 hezar u 117 kes hatine şehîdkirin. Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku nûçegîhanekî din jî li vê herêmê hat şehîdkirin u bi vî awayî hejmara nûçegîhanê filistînî yên ji destpêka êrişên Rejîma Sîyonîst ser vê navçeyê va şehîd bûne, rabû 257 kesî.