Hemas: Destdirêjiyên dagirkiran wê bibin sedema têkçûna agirbesê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i357196-hemas_destdirêjiyên_dagirkiran_wê_bibin_sedema_têkçûna_agirbesê
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Dewama binpêkirina hevhatinê ji aliyê dijminê Siyonîst ve dibe ku bibe sedema têkçûna agirbesê
(last modified 2025-11-24T09:28:58+00:00 )
Tesrîn 24, 2025 09:57 Asia/Tehran
  • Hemas: Destdirêjiyên dagirkiran wê bibin sedema têkçûna agirbesê

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Dewama binpêkirina hevhatinê ji aliyê dijminê Siyonîst ve dibe ku bibe sedema têkçûna agirbesê

Hazim Qasim got: Me ihtimala têkçûna agirbesê ragihandiye navbeynkaran. Ya ku di rojhilat û nîveka Zîvala Xezzê de diqewime, dewama jînosaydê û ramalîneka nijadî ya tam e.

Berdevkê Hemasê got: Dagirkirên siyonîst, êrişa ser sivîlan li derveyî Xêza Zer giran kirine û ji sibeha îro ve çar sivîl şehîd kirine. Wî got: Operasiyona rûxandina malan û koçberkirin û awarekirina welatiyan bi tundî ji aliyê leşkerên dagikir ve li navçeyên rojhilatê Zîvala Xezzê didomin.

Anegorî nûçeyeka din Rêxistina Mafên Mirovan a Bêtselîm di Erdên Dagirkirî yên Filistînê de di raporekî da ragihand ku Rejîma Siyonîst bêyî ti berbendekî li Perrava Rojava Çemê Urdinê jînosayd bi rê dixe û ji Cotmeha 2023`an ve heta nika hezar û sê filistînî kuştine.