Azadkirina bi sedan girtiyên filistînî di çarçoveya peymana agirbesê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356612-azadkirina_bi_sedan_girtiyên_filistînî_di_çarçoveya_peymana_agirbesê_de
Di qonaxa yekem a peymana agirbesê de li Xezeyê bi sedan girtiyên filistînî piştî êxsîrîya b isalan îro ji zindanên Rejîma Siyonîst hatin berdan û bo Ramullah û zîvala Xezzeyê hatin veguhestin.
(last modified 2025-10-13T14:10:16+00:00 )
Çirî 13, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Azadkirina bi sedan girtiyên filistînî di çarçoveya peymana agirbesê de

Di qonaxa yekem a peymana agirbesê de li Xezeyê bi sedan girtiyên filistînî piştî êxsîrîya b isalan îro ji zindanên Rejîma Siyonîst hatin berdan û bo Ramullah û zîvala Xezzeyê hatin veguhestin.

Girtiyên filistînî ku di çarçoveya peymana lihevguhertina girtiyan de hatine azadkirin îro gihîştin Ramullahê li navenda Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û zîvala Xezzeyê. Di halekî de ku malbat jibo pêşewaziyê ji wan hatibûn, hêzên Siyonîst bi gef û tundûtûjiyê  pêşiya lidarxistina her cure cejn û şahiyekê girtin. 96 girtiyên filistînî yên ku hewsên demdirêj û heta hetayê ji wan re hatibû birîn li zindana Ofer a li rojavayê Ramullahê bo qesra çandî ya Ramullahê ya li Bîtonyayê hatin veguhastin û komeke din jî ji zindana Negebê ber bi Xezzeyê ve çûn.Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, nêzîkî 2 hezar girtiyên filistînî yê di çarçoveya peymana agirbesê û lihevguhertina girtiyan de ji zindanên Rejîma Siyonîst bên berdan.