Li Portogal û Spaniyayê cereyan hat birrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354458-li_portogal_û_spaniyayê_cereyan_hat_birrînê
Welatên Portogal û Spaniya roja Duşemiyê rastî qutbûna berfireh a elekterîkê li bajarên curbicur ji wan li paytextên xwe ve hatin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 29, 2025 11:31 Asia/Tehran
  • Li Portogal û Spaniyayê cereyan hat birrînê

Welatên Portogal û Spaniya roja Duşemiyê rastî qutbûna berfireh a elekterîkê li bajarên curbicur ji wan li paytextên xwe ve hatin.

Qutbûna berfireh a ceryanê li Spaniyayê bû sedem ku li kolanên Madrîdê bêserûberî çêbe. Piştî qutbûna ceryanê hatûçûna tirenan li Spaniyayê hat sekinandin û hin pişkên li başûrê Firansayê jî ji bo demeke kurt ketin bin bandora vê rewşê. Raberkiirna xizmetên dermankirinê li nexweşxaneyan jî hat sekinandin. Li Portogalê jî qutbûna ceryanê gişt welêt xiste bin bandora xwe.