HAMAS: Mukurhatina Galant derewên Rejîma Sîyonîst derbara Xezzeyê da aşkira dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354383-hamas_mukurhatina_galant_derewên_rejîma_sîyonîst_derbara_xezzeyê_da_aşkira_dike
Yek ji rêvebirên Hamasê mukurhatina Wezîrê Cengê yê berê yê Rejîma Sîyonîst derbara derewên vê rejîmê têkildarî şerê Xezzeyê, erdhejeke sîyasî ya nû ji bo vê rejîmê zanî û pêgirî kir ku ev mukurhatin, derewbûna tiştên dagirker dibêjin, diselimîne.
(last modified 2025-04-24T11:38:31+00:00 )
Nîsan 24, 2025 14:07 Asia/Tehran
  • HAMAS: Mukurhatina Galant derewên Rejîma Sîyonîst derbara Xezzeyê da aşkira dike

Yek ji rêvebirên Hamasê mukurhatina Wezîrê Cengê yê berê yê Rejîma Sîyonîst derbara derewên vê rejîmê têkildarî şerê Xezzeyê, erdhejeke sîyasî ya nû ji bo vê rejîmê zanî û pêgirî kir ku ev mukurhatin, derewbûna tiştên dagirker dibêjin, diselimîne.

Mehmûd Merdawî yek ji rêvebirên pillebilind ên Hamasê wek berteka himber mukurhatina Yûav Galant Wezîrê Cengê yê berê yê Rejîma Sîyonîst derbara derewbûna daxûyanî û raporên vê rejîmê têkildarî şêrr ragihand: Ev mukurhatin cîgeh û hitbara rizî û sist a dezgehên leşkerî û sîyasî yên Rejîma Sîyonîst ji berê zêdetir sist dike û dihejîne.

Merdawî herwiha got: Fermandeyên artêşê û rayedarên sîyasî yên Rejîma Sîyonîst bi merema xizmeta bo armancên sîyasî û medyayî yên xwe, şerekî bêdawî û bêencam dijî Xezzeyê bi rê xistin û ji bo pînekirina cinayetên xwe li Xezzeyê gellek derew kirin.