Nûnerê Hamasê li Tehranê: Pêşeroja berxwedanê tam ronahî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353572-nûnerê_hamasê_li_tehranê_pêşeroja_berxwedanê_tam_ronahî_ye
Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) li Tehranê got: beşdariya girseya gel li merasima oxirkirina termê şehîd Seyd Hesen Nesrullah ji xwe belgeyeke bihêz e bo cih û şûna kûr û bihêz a vî şehîdê payebilind di dilê xelkê deverê bi taybetî gelê Lubnan û Filistînê.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 27, 2025 12:53 Asia/Tehran
  • Nûnerê Hamasê li Tehranê: Pêşeroja berxwedanê tam ronahî ye

Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) li Tehranê got: beşdariya girseya gel li merasima oxirkirina termê şehîd Seyd Hesen Nesrullah ji xwe belgeyeke bihêz e bo cih û şûna kûr û bihêz a vî şehîdê payebilind di dilê xelkê deverê bi taybetî gelê Lubnan û Filistînê.

Xalid El-Qedûmî bi ragehandina vê yekê ku Şehîd Nesrullah;kesayetiyekî têkoşer, bawermend û  bavê şehîdan bû ku di rêya bahoza Eqsayê û Qudsê de şehîd bû û got: Amadebûna gel a di merasima oxirkirina wî de nîşana  kesayeta  çend rehendî ya Şehîd Nesrullah e ku çi lubnanî, filistînî, ereb û ne-ereb ku tev li dijî mêtingerî, dijî zulmê û dijî Rejîma Siyonîst in,  beşdarê merasiam oxirkirina termê vî şehîdê bilindqedir bûn.

Wî bal kişand ser wê yekê ku Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah mînakek ji bo meseleya Filistînê û piştgiriya ji mezlûmên herêmê ye û got: Wî her tim digot ku ew tim şagirdê hezretê Îmam Xamineyî  yê ezîz e û eşkere ye ku  wî rêbaza Îmam Xumeynî (RE) rêberê Şoreşa  Îslamî û şehîdê Qudsê Hecî Qasim heta  dema şehadeta xwe domand.