Du girtiyên din ên siyonîstan radestî Xaça Sor hatin kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353162-du_girtiyên_din_ên_siyonîstan_radestî_xaça_sor_hatin_kirin
Du girtiyên din ên siyonîstan li bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezzeyê radestî Xaça Sor hatin kirin
(last modified 2025-01-30T12:02:10+00:00 )
Çile 30, 2025 12:47 Asia/Tehran
  • Du girtiyên din ên siyonîstan radestî Xaça Sor hatin kirin

Du girtiyên din ên siyonîstan li bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezzeyê radestî Xaça Sor hatin kirin

Çavkaniyên nûçeyan li Xezzeyê ragihandin ku du girtiyên siyonîstan di rewşa tendirustiya tam de bûn û li ber mala şehîd Yehya Sînwar (serokê nemir ê Polîtboroya  Hemasê) li Xan Yûnisê radestî Xaça Sor hatin kirin.

Gelê Filistînê di kombûna ku bi vê boneyê hatibû lidarxistin de,  li ber mala şehîd El-Sînwar dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedanê avêtin.

Radyoya Rejîma Siyonîst jî ragihand ku Agam Berger girtiya siyonîst ku beriya van du kesan hatibû berdan, derbasî nav bajarokên siyonîstnişîn  ên derdora Xezzeyê bûye.

Girtiya jin a Îsraîlî,  Agam Berger,  beriya ku were berdan alaya Filistînê girtibû destê xwe.