Bombebarana malên filistîniyan li navçeyên curbicur ên Xezzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352167-bombebarana_malên_filistîniyan_li_navçeyên_curbicur_ên_xezzê
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 48 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 6 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.
(last modified 2024-11-17T10:25:10+00:00 )
Tesrîn 17, 2024 13:52 Asia/Tehran
  • Bombebarana malên filistîniyan li navçeyên curbicur ên Xezzê

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 48 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 6 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.

Çavkaniyên filistînî yên pizişkî ragihandin ku di encama êrişa ser malekî li Beyt Lahiyayê ji aliyê balafirên cengê yên artêşa terorê da herîkêm 50 kes û di encama êrişa ser malekî li kempa El Birîcê da jî 10 kes şehîd bûşne û di encama bombebarana navçeya Kef El Meşrû ya bajarê Refehê da jî 5 kes şehîd bûn. Dagirkirên Siyonîst bi qesd sivîlan dikin hedef û nahêlin alîkariyên mirovdostane û alavên pizişkî bigihîjin nexweşxaneyan.

Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê gihîştiye 43 hezar û 846 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 103 hezar û 740 kesan.