Helwesta Hamasê li hember hikûmeta nû ya Amerîkayê
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê, ragihand ku helwesta wê li hember hikûmeta nû ya Amerîkayê girêdayî helwêst û reftarên pratîkî yên wê li hember gelê Filistînê, mafên rewa û armacên wan ên adilane ye.
Hamasê îro di daxuyaniyekê de ragihand: Hikûmeta nû ya Amerîkayê divê bizane ku gelê Filistînê dê têkoşîna xwe lhimberî dagirkeriya bi nefret berdewam bikin û tu çareseriyek ku ji mafê rewa yê azadî, serxwebûn, kivşkirina çarenivîsaê û çêkirina welatekî serbixwe yê Filistînê bi paytexta Qudsê kêm bike, qebûl nake. Vê daxuyaniyê di dewamê de jî ,helwesta neyînî ya hemû hikûmetên berê yên Waşîngtonê li hemberî doza Filistînê bi bîr xist.
Hemasê her wiha bal kişan ser piştgiriya siyasî û leşkerî ya hikûmeta berê ya Amerîkayê ji cinayetkarên cengê li hovanetirîn şerê jînosaydê di dîroka nûjen de û daxwaza rawestandina demargirjiya kor ya vî welatî derheq Rejîma Siyonîst û her wiha daxwaza kiryara cidî û pratîkî ji bo rawestandina şerê jînosaydê û komukjiya gelê Filistîn û Lubnanê ji aliyê rejîma Siyonîst ve kir. Donald Trump, berbijarê Komarîxwazan, îro Çarşemê edrbarê serketina xwe li hilbijartinên 2024ê yên Amerîkayê agahî da.