Cotmeh 30, 2024 16:55 Asia/Tehran
  • Olmert: Dijminê me Netaniyahu ye ne ku Îran û Hizbullah

Îhûd Olmert, serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, Sêşemiyê şevê pêgîrî kir: Îran, Hizbulah û Hemas dijminên me nînin, belke tundrewên Îsraîlê û Netaniyahu dijminên me ne.

Olmêrt got: Ez nerehet im ku Netaniyahu pişta xwe kutaye  kesên tundrew  û karên wan ên  neqanûnî  berçav nagire. Her çend ku Olmert navê kesî negirtiye lê wer xuya dike ku mebesta wî Îtmar Bên Gowîr, wezîrê ewlehiya navxwe ya Îsraîlê û Bêzalêl Ismotrîç, wezîrê daraiyê yê vê rejîmê be ku li ser bawera analîzorên meselên Îsraîlê, Netaniyahu biryarên wan bi cih tîne.

Li gorî gotina Olmert, Netaniyahu ji tirsa ku Bên Gowîr û Ismotrîç ji hikûmeta wî ya hevalbendiyên wêde herin û eger ev yeka biqewime, kabîneya wî ya hevalbendiyê dê têk here, li gelek mijarên girîng ên wek sekinandina şêrr, bi hevreguherîna dîlên filistînî bi girtiyên siyonîst re û bidawîanîna şerrê Libnanê, guhdariya nihêrîn û biryarên van du wezîrên tundrê dike ku bi vî yekî re navdar in ku helwsêtên dijî mirovantiyê hene.

Serepeyv