Îlon 30, 2024 19:21 Asia/Tehran
  • UNRWA: Rewşa tenduristî li Xezzeyê dermirovî ye

Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê ya bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) ragihand ku rewşa tenduristî û jîyanê li Zîvala Xezzeyê neya ji bo merivan e.

UNRWAyê derbarê qewimîna karesateek tenduristî li Zîvala Xezzeyê da hişyarî da û ragihand, ava gemar û rêjav belavî kolanan bûye, zibil li navçeyên navendî yên Xezzeyê hatîye qûçkirin û malbat neçar in li rex wan kirs û kevalana bijîn û ji ber vê yekê jî li ber karesateke tenduristî ya di demeke zû da ne.UNRWAyê xwest ku demlidest li Zîvala Xezzeyê agirbes were pêkanîn.Berî vîya Yehya Ruşdî Sirac Şaredarê Xezzeyê li ser rewşa tenduristî û ava vexwarinê li vî şarî hişyarî da û got: Ji ber komkirina zibilan û nebûna ava vexwarinê ya saxlem nexweşîyên pêgir berbelav dibin.Fîlîp Lazarînî Serokê UNRWAyê jî astengîderxistina enqest a Rejîma Sîyonîst ser rîya gîhandina alîkarîyên merivdostîyê bo Xezzeyê şermezar kir û got: Bi zûtirkê dorpêçkirin, birsîbûn û nexweşî dê bibin kujerên sereke yên niştecihên Zîvala Xezzeyê.