Bi sedan sîyonîstên tundrê êrişî mizgevta Eqsayê kirin
Bi sedan sîyonîstên tundrê di halekî da ku hêzên polîs piştgirî didan wan, êrişî mizgevta Eqsayê kirin.
Dayra Ewqafa Islamî li Qudsa dagirbûyî îro ragihand ku zêde ji 300 sîyonîstên tundrê yên bajaroknişîn êrişî mizgevta Eqsayê kirin û hêzên polîs ên rejîma dagirker jî nehîştin ku dergevanên mizgevta Eqsayê nêzîkî wan sîyonîstana bibin.
Dayra Ewqafa Islamî li Qudsê pêgirî kir: Êriş û destdirêjîyên sîyonîstên bajaroknişîn ser mizgevta Eqsayê di çend mehên buhurî da zêde bûne.
Di vî halî da Ekreme Sebrî pêşnimêjê mizgevta Eqsayê êrişa sîyonîstan ser vî warê pîroz binpêkirina aşkira û destdirêjîya ser mafên dîrokî û mezhebî yên misilmanan li mizgevta Eqsayê zanî.
Konseya Ewqaf û Nirxên Pîroz ên Islamî li Qudsa dagirbûyî di daxûyanîyekê da têkildarî komployên Bin Givêr Wezîrê tundrê yê sîyonîst ên têkildarî guhertina rewşa mizgevta Eqsayê hişyarî da.