Komên filistînî li Cinînê derbên giran li leşkerên sîyonîst xistin
Di dema êrişa leşkerên Rejîma Sîyonîst ser rexê rojavaya çemê Urdinê di navbera wan û têkoşerên Bereya Berxwedanmê ya Filistînê da li Cinînê pevçûn derket û têkoşerên filistînî bombeya bidestçêkirî ser rêya wan teqandin.
Medyayên ereb çened dîmen belav kirin û ragihandin ku hêzên berxwedêr ên filistînî bombeyeke bidestçêkirî ser rêya leşkerên sîyonîst ku êrişî Cinînê kiribûn, teqandin.
Çiqa Cinîn a Tabûra Seraya Quds baskê leşkerî yê Tevgera CIhada Islamî li rexê rojavaya çemê Urdinê di daxûyanîyekê da di vî warî da ragihand: Têkoşerên berxwedêr li çend cîyan ser rêya maşînê leşkerên sîyonîst maddeyên teqandinê yên ji pêş va amade kiribûn, li Kolana Heddad û mêhwerên curbicur ên pevçûnê teqandin ku çend maşînên leşkerî bûn armanc.
Têkoşerên berxwedêr ên filistînî herwiha karîn bombeyekê li ser rêya maşînên leşkerên sîyonîst li mêhwera Hemameyê biteqînin ku di encamê da derbên giran li sîyonîstan ketin.