Îlon 03, 2024 19:29 Asia/Tehran

Di halekî da kampaniya derzîlêdana felca zarokan li navçên navendî yên Xezzê dest pê kiriye ku di 24 saetên derbasbûyî de, deverên curbicur bi taybet bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve rastî êriş û bombebarana dijwar ve hatine û hijmarek şehîd û brîndar bûne.

Li dû êrîşên tund ên Rejîma Siyonîstî ser başûrê zîvala Xezzê, şeva buhurî, hêzên dagîrkir çadirên penaberan li nêzîkî bajarê Esedayê kirin armanc, ku di encamê de çend welatiyên filistînî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn û hejmareka din jî  yên bêmal bûn. Herwiha ji ber berdewamiya bombebarankirina çend deverên Refeh û Xan Yûnisê, jinek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrişên hanê di saetên duh êvarê heta sibeha îro de li herêmên rojhilat ên Zîvala Xezzê hatin kirin, ji aliyekî din ve êrişkirên Rejîma Siyonîst hin zeviyên çandiniyê yên li nêzîkî Erdên Dagirbûyî yên Filistînê bombebaran kirin. Bombebarana Rejîma Siyonîst li ser navçên sînorî yên bi Erdên Dagîrbûyî pêk hatin e û bûne sedema wêrankirina malên xelktêde û malên nêzîkî navenda operasyonê û baregehên leşkerî yên dagirkirên îsraîlî.

Ji hêla din ve wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di encama êrişên saetên buhurî yên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê da 33 kes şehîd bûne û 67 kes jî birîndar bûne.

Di encama êrişa dagirkiran ser kolana Koşkoyê li navçeya El Zeytûnê li başûr rojhilata bajarê Xezzê da jî du filistînî şehîd bûne.

Serepeyv