Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ji YEyê xwest Israyîlê boykot bike
Bi dû berdewambûn û tundbûna cinayetên hovane yên sîyonîst dijî sivîlan li Zîvala Xezzeyê, Rêxistina Navdewletî ya Efûyê di nameyeke bo Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê da xwest ku rejîma dagirker ji hêla çek û rextan va were boykotkirin û ji welatên endamê YEyê xwestin ku çekan nede Israyîlê.
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê herwiha ji YEyê xwest ku li bajaroksazîyên Israyîlê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ku li gorî hikma Dîwana Navdewletî ya Dadwerîyê (laha) karekî neqanûnî ye, sermîyanê bi kar neynin.
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê berî vîya jî xwestibû ku Rejîma Sîyonîst bi hegera cinayet û jînosayda hibmerî sivîlan li Zîvala Xezzeyê, ji hêla çek û rextan va were boykotkirin.
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ragihand: Berdewambûna dayîna çek û rextan bo artêşa Israyîlê mînaka aşkira ya berçavnegirtina Peymana Ticareta Çekan ji hêla dewletên endamê vê peymanê va ye û ray dide ku wajokerên vê peymanê, rêzê li armanc û naveroka vê peymanê nagirin.
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê bi belge amajeyî hejmareke êrişên neqanûnî yên leşkerên Rejîma Sîyonîst bi çekên amerîkî ji wan êrişên hewayî yên hovane û bêreje ku sivîlan li Zîvala Xezzeyê kirîye û ragfihandîye ku artêşa Israyîlê bi êrişên çevgirtî cinayetên cengê yên curbicur li Zîvala Xezzeyê kirîye.