Tebax 23, 2024 19:53 Asia/Tehran
  • Tomarkirina yekem haleta feleca zarokan li Xezzeyê piştî 25 salan

Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê jibo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) ragihand ku yekem haleta feleca zarokan li Xezzeyê di 25 salên buhurî da hat tomarkirin.

Fîlîp Lazarînî Serokê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) got: Rêxistina Cîhaîn ya Tenduristîyê piştrast kirîye ku zarokekî dehmehî li Xezzeyê piştî tûşbpûna bi vîrûsa feleca zarokan, felec bûye.Fîlîp Lazarînî herwiha got ku paşdaxistina agirbesa mirovdostane li Zîvala Xezzeyê xetera belavbûna vê nexweşîyê di nav zarokan da zêde dike.Wî got ku derbaskirina vaksenê nav Xezzeyê û xweyîkirina vaksenan a bi alavên sarkirinê têrê nake û ev di halekî da ye ku ji bo ku vaksen bandorê bike, her zarokekî dehsalî divê ewê derzîyê lêxe.Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê jî berî vîya ragihandibû: Zîvala Xezzeyê ji ber şêrr, bêparbûna gel ji imkanên curbicur ku encama zordarî û pêşîlêgirtinê ya Rejîma Sîyonîst e û ew gela nikare pêwîstîyên berayî yên jîyanê dabîn bike, di rewşeke gelekî kambax da ye û feleca zarokan dikare zû li vê navçeyê belav bibe.