Li muzakirên Dohayê de ti pêşketin çênebû
Endamê Polîtboroya tevgera Hemasê got: Rêjîma Israîlî hewldanên navbeynkaran ji bo gihiştina bi lihevkirina agirbesê bi mudaxila xwe rastî işkestê anî û tu pêşketinek di mijarên nakokî li ser de hasil nebû.
Xazî Hemed endamê polîtboroya tevgera Hemasê derbarê encamên gotûbêjên agirbesê li Xezeyê li Dohaya Qeterê got: Me pêşbînî dikir ku gotûbêjên Dohayê bigihêje vê encamê.Xazî Hemed herwiha got: Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst fend û fêl kirin û bersiva hemû pirsên ku ji bo giheştina rêkeftina agirbesê hatibûn hilêxistin,neda.Endamê polîtboroya Hemasê bal kişand ser plana ku ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve derbarê rêkeftina agirbesa li Xezeyê hatiye pêşniyar kirin -ku Hamasê jî ew qebûl kiriye û tekez kir: Netanyahu şert û mercên nû danî û mijarên nû danîn ku mijarên ku berê li ser wan li hev kiribûn, lawaz dike bi rastî jî armanca wî ji van kiryaran berdewamkirina şerê li Xezeyê ye.