Tebax 13, 2024 17:19 Asia/Tehran
  • Hemas: Garantîkirina dahatiya muzakireyan tenê maye ser zextanîna ser Îsraîlê

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) pêgîrî kir, dahatiya muzakiredyên li ser agirbesê û bi hevreguherîna dîl û girtiyan tenê maye ser zextanîna li ser aliyê Siyonîst.

Cîhad Taha herwiha got, Tevgera Hemasê bi awayeka erênî û bi nermatiyeka zav, bi pêşniyarên ku ji bo bidawîanîna cinayetên Rejîma Siyonîst ji wan pêşniyara hevpar a Misr û Qeterê ku 6`ê Gulana 2024`an raber bû, serederî kiirye, di halekî da ku Rejîma Siyonîst ev pêşniyar qebûl nekir.

Cîhad Taha got, Rejîam Siyonîst hertim hewl dide bi sepandina şertûmercan û cinayetên zêdetir her muzakireyekî ku pêkan e bigîhîje hevhatinê, têk bide.

Vî rayedarê Hemasê pêgîrî kir, rejîma dagirkir daxwaza dewama muzakireyên vala dike ta ku wan wekî pînekirina dewamkirina cinayetên xwe dijî netewê Filistînê bi kar bîne, ji ber viya garantîkiirna dahatiya muzakireyan û cihanîna mijarên ku li ser wan hevhatin hatine kirin, tenê bi rêya zextanîna ser Rejîma Siyonîst wê pêk were.

Misr, Qeter û Ameîrka wekî navbeynkarên muzakireyên nerasterast di navbera Tevgera Hemasê û Rejîma Îsraîlê da vê dawiyê di daxuyaniyekî da Rejîma Îsraîlê û Tevgera Hemasê vexwendin ku muzakireyên pêkanîna agirbesê, 15`ê Tebaxê li Dohê yan Qahireyê ji nû ve destpê bikin.