Tebax 08, 2024 17:42 Asia/Tehran
  • Di roja 307-emîn a jînosayda li Xezeyê de, bombekirina malên filistîniyan ji bakur heta başûrê Xezeyê berdewam e

Bi derbasbûna 307 rojan ji şerê Xezeyê, Dagirkerên Siyonîst tim bombebarankirin û wêrankirina malên xelkê li navçeyên curbicur didomînin. cinayetên ku qurbaniyên wê herî zêde jin û zarok pêk tînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êriş û cinayetên hovane yên siyonîstan li Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha gihîştiye 39 hezar û 699 şehîdan û di vê heyamê de nêzîkî 91 hezar û 722 filistînî birîndar bûne.

Rejîma Siyonîst di 24 saetên borî de 4 komkujî li dijî malbatên filistînî li Xezeyê pêk anîn û di encama van êrişan de 22 filistînî şehîd û 77 kes jî birîndar bûn.Ji aliyê din ve, Mehmûd Besel, berdevkê Rêxistina Berevaniyê ya Zîvala Xezeyê, ragihand ku hêzên siyonîst ev 90 roj in rê li ber  barê  mîwe, pincar û  madeyên pêwîst bo Xezeyê û  û bakurê Xezeyê digirin.

Hevgav medyaya siyonîstî ji  zarê serwîsên ewlehiyê  yên vê rejîmê ragihandin ku tê pêşbînîkirin Hizbullah êrişa xwe ya herî mezin ser Îsraîlê pêk bîne  û renge  ku ev êriş çend rojan berdewam be.

 

Serepeyv